HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Papa Francîscusê 1emîn Kardînal Fernando Fîlonî re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya Serokwezîriyê di hevdîtinê de biryar hat hildan ku ji bo parastina penaberên xrîstiyan komisyoneke hevkar were avakirin.
Fîlonî silav û rêzên Papa Francîscusê 1emîn ji Barzanî re anî û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê û gelê kurd eleqeyeke mezin nîşanî welatiyên xrîstiyan didin û got ku Papa ji ber vê helwestê kêfxweş e.
Nêçîrvan Barzanî jî di axaftina xwe de daxwaz kir ku bila Papa bi giraniya xwe ya navneteweyî alîkariyê bide Kurdistanê û penaberan.
Barzanî destnîşan kir ku xrîstiyan, êzdî û komên din welatiyên eslî yên Iraqê ne û got ku divê werin parastin.
Barzanî diyar kir ku li ser dêr, mizgeft û turbeyan êrîş tê kirin û wiha got: "Ev nirxên me ne. DÎŞI wekî artêşekê ye. Ji ber vê jî divê raya giştî ya navneteweyî û dewletên dinyayê piştgiriyê bidin Kurdistanê û Iraqê û li dijî terorîstan têkoşîn bidin."