QAHÎRE
Li Misrê tundî, xwîn, zilm û kuştin bi tu awayî bi dawî nabin. Derbenexwaz li 27 bajar û 15 navçeyên mezin kom bûn û çalakiyên bi navê 'îniya xezebê' li dar xistin. Bi hezaran xwepêşandêran bi yek dengî derbe şermezar kirin lê derbekiran dîsa gule reşandin ser gel. Li giştiyê welêt bi tevahî 213 kes hatin qetilkirin.
Tevî evqas tundî û êrîşên rasterast yên artêşê, çalakvan li Qada Ramsesê ya Qahîrê çalakiya runiştinê dikin û diyar dikin ku heta derbeya eskerî bi dawî nebe, qadê naterikînin.
Hêzên ewlekariyê derketina kolanan qedexe kir lê bi hezaran çalakvan guh nadin vê qedexeyê û çalakiyên xwe yên demokratîk didomînin.
Di gule reşandina artêşê de li Qada Ramsesê 81, li Îsmaîliyeyê 8, li Dimyatê 7, li Feyyûmê 7, li Îskenderiyeyê 6, li Herêma Gîzayê 4, li Herêma Endezyaran 1, li Sohacê 2, li Port Saîdê 3, li Sînaya Bakur jî 2 xwepêşandêr hatin kuştin. Bi temamî 377 jî birîndar hene.