Emre Ilıkan
23 Gulan 2023•Rojanekirin: 02 Hezîran 2023
Bajarê Wanê yê bi kelehên xwe yên dîrokî, gol û bedewiyên xwe yên xwezayî va salane bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî diezimîne, di demsala biharê da menzereyên xweşik û sipehî radixe ber mêvanên xwe.
Bajarê qedîm Wan a ku ji Urartuyan heta roja me gelek şaristanî di paşika xwe da mezin kirine, bi keleh, dêr û berhemên din ên dîrokî yên li ser piyan mane va fena muzeyeke servekirî ye.
Bi kelehên wek Wan, Çavuştepe, Ayanîs, Xoşab, Yoncatepe, Amîk û Anzafê, mizgeftên wekî Mizgefta Mezin, Mînareya Sor, Abbasaga, Husrev Paşa û her wiha Axdamar di serî da gelek dêr û goristana Selçûqiyan va Wan derdikeve pêş û malîvaniya turîstên xwemalî û biyanî dike.
Tevî tengav û giravên Gola Wanê, Gola Keşîş, Sûlava Muradiyeyê, kanyonên li navçeya Şaxê piştî ku dinya germ bû, bi rengên biharê xemilîn.
Her sal bi hezaran xwezahez beşdarî çalakiyên li herêmê tên lidarxistin dibin û bedewiyên çavpêneketî yên deverê keşf dikin.
Dîmena bajarê dîrok û xwezayê Wanê bi rêbaza kişandina lezandî di biharê da hat kişandin.