Mesut Varol,Ali Çelik
26 Nîsan 2021•Rojanekirin: 27 Nîsan 2021
Guldexûnên ku li taxa Dîlmetaşê ya Gevaşa navçeya Wanê hêşîn bûne, balê dikişînin.
Guldexûn di gelek bawerî û çandan da bûye mijara efsaneyan û van rojan li taxê gelek tên ziyaretkirin.
Kesên ku ji kişandina wêneyan û ji siruştê hez dikin, eleqeyê nîşanî guldexûnan didin û kêfa şêniyên herêmê jî ji guldexûnan ra tê.
Guldexûn bi rengên xwe yên sor, zer û gevez va herêm rengîn kiriye û ji bo naskirina herêmê jî girîng in.
Azîz Saydutê siruşthez ji nûçegihanê AAyê ra got ku her sal bi dehan kes seba dîtinahiya guldexûnan tên bajêr.
Saydut daxuyand, guldexûn seba turîzmê jî girîng e û wiha dewam kir:
"Emrê guldexûnan pir hindik e. Guldexûn weke çîçeka huznê tê zanîn û li cihên ku lê hêşîn dibin, dîmeneke hejmetkar derdixin holê."
Ercan Ulutaşê ku hatiye dîtinahiya guldexûnan jî wiha got, "Ev der ji bo turîzmê cihekî pir girîng e. Her sal bi hezaran meriv tên vir. Ji ber şewbê îsal kes ji derva nehat, lê ev der ji şêniyên herêmê xalî nabe. Kesên ku tên vê derê dibin şahidê vê xweşikahiyê. Divê guldexûn werin parastin."