Haydar Şahin
20 Gulan 2020•Rojanekirin: 22 Gulan 2020
Li Îpekyoliya navçeya Wanê ji Gola Sihkê û dora wê 30 ton sergo hat derxistin.
Di daxuyaniya Şaredariya Îpekyoliyê da hat diyarkirin ku, ekîbên Midûriyeta Kontrola û Parastina Hawirdorê ji bo Îpekyolî kaw û paqij bibe xebatên xwe didomîne.
Di vê çarçoveyê da di xebatên paqijiyê yên li Gola Sihkê û dora wê da 30 ton sergo hat komkirin.
Volkan Avciyê Midûrê Kontrol û Parastina Hawirdorê di daxuyaniyêda got ku ekîb bi baldar îxebatên xwe didomînin û çand û tebîetê xweyî derdikevin.
Avci jo bo der û doreke paqij hişyarî da welatiyan û wiha pê da çû:
"Ji bo parastina hawirdorê dibê gelekî baldar bibin û hesas tev bigerin. Dibê çer û çopa xwe neavêjin deroa golê ya n jî nav golê. Ji bo ji zarên xwe ra pêşerojeke baş û mîrateke kêrhatî bihêlin dibê em hawirdorê biparêzin, çer û çopê biavêjin ser sergo."