11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
VAN
Li Wanê lulika depoya avê ya ku bilindahiya wê 20 metre ye teqiya, ava ku ji depoyê diçû cemidî û bû wek "kelha bûzê".
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê welatî zehmetiyê dikişînin.
Li Wana ku bi şev germahiya hewayê lê dadikeve di binê sifirê da 20 pileyî hin gol, çem û şirşirneg cemidîn.
Hewaya sar a ku li ciyên bilind tesîra wê zef zêde ye dîmenên balkêş derdixe holê.
Ji ber sir û seqemê lulika demopaya ava Sarikoya taxa Ozalpê teqiya.
Ava ku ji depoya 4 qatî ya bilindahiya wê digihîje 20 metreyan kişiya cemidî û bû wek kelha bûzê".
- Li taxê pirsgirêka avê heye
Mehmet Alî Zenginê mixtarê taxa Sarikoyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber serma û seqemê rojên zor û dijwar derbas dikin.
Zengin diyar kir ji ber ku depoya avê bûz girtiye li taxê pirsgirêka avê heye û wiha got: "Li vir zivistan zor û dijawar e. Depoya avê dilopan dike. Ji ber vê jî depo cemed girtiye. Li taxê av tuneye."
Ji welatiyan Mehmet Nûrî Avci destnîşan kir ku ji ber bûzê dîmeneke ecêb çêbûye û wiha got: "Bi şev em nikarin 10 deqîqe li derva bisekinin. Hewa sar e. Em tim sobeyê dadidin. Rewş dijwar e."