Hakan Sarı
03 Gulan 2023•Rojanekirin: 09 Gulan 2023
Li Wanê qursa qenewîçan ya li Navenda Piştgiriya Malbatê ya Ozalpê vebû, ji aliyekî va ev hunera destan a jibîrkirî vejand û ji aliyê din va jî ji bo kebaniyên malan bû piştgiriya debara malbatê.
Qenewîçên berê yên ji sandoqên cihêz tên derxistin, jinûva tên nirxandin û ji ber wan modelên nû tên girtin.
Qursa qenewîçan ya ji hêla Navenda Piştgiriya Malbatê ya Ozalpê vebû ji hêla jinan eleqeyeke germ dibîne.
Kursiyer neqşên di sandoqan da ji bîr bûne, tînin û li ber wan, neqşên nû digirin û disêwirînin.
Mamosteya neqşan a navenda perwerdeya gel Filiz Yalçin ji peyamnêrê AAyê ra axivî û diyar kir ku ew li qursê berhemên berê dinirxînin.
Yalçinê wiha got, "Kursiyerên me hem berhemên xwe yên berê dinirxînin û hem jî teknîk û nemûşên nû diemilînin û hewl didin wan fêrî nifşên nû bikin. Berê jinan mendîl û kincên hezkiriyên xwe dineqişandin. Jin li vir hem fêrî pîşeyê dibin û hem jî piştgiriyê didin debara malbata xwe. Ji parêzgehên din sîparîş tên. Em çêdikin û bi kargoyê dişînin."
Kursiyer Keziban Dikerê jî diyar kir, wê ji mal qenewîçên di sandoqê da yên ji diya wê û pîrika wê mane anîn kursê û wiha dewam kir:
"Li vir me gelek berhem neqişandin yên wekî taximên odeyan, rûyê nivînan, rûyê maseyan û taximên klozetan. Me li ser daxwazê, li vir digel hevalan cihêzên gelek qîzan temam kirin. Pir jî sipehî bûn. Ku ev qurs venebûya, ew nemûşên li mal hatibûn jibîrkirin dê kêrî tiştekî nehatana û dê bihatana avêtin. Lê niha hemû hatin ber destan û tên emilandin. Kesên dibînin pir diecibînin."