Haydar Şahin
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
VAN
Li Ozalpa navçeya Wanê piştî barîna berfê bêrên berfê derketin piyaseyê.
Piştî barîna berfê bêrên ku marangoz li navçeyê çêdikin û jê ra berfok tê gotin li navenda çarşiyê tên firotin.

Bêrên ji sac û daran tên çêkirin bi 20 lireyî tên firotin.
Medenî Tokerê bi salan e li navçeyê bêran çêdike got ji ber ku di van salên dawîn da berf kêm dibare eleqeya nîşanî berfokan didin jî kêm bûye.
Toker got çêkirina berfokan jî êdî gelekî kêm bûye, di rojê da kêmzêde 10 bêran çêdike.