Türkan Tosun
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
VAN
Xebatkarên Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Mezin a Wanê li navçeya Sarayê ji bo ku depoya avê temîr bikin li ser pişta hespê çûn cihê depoyê.
Li gor daxuyaniya şaredariyê welatiyên li mezraya Guzeldereyê ya li ser taxa Bakişikê dijîn serî li VASKIyê dan û gotin ava wan nayê.
Saziyê ekîbek şand ku ew herin depoya avê binihêrin, lê ji ber berfê ne mumkin bû ew xwe bigîhinin depoyê. Ji ber vê ew li hespê sîwar bûn û çûn.
Ekîbê erizeya depoyê temîr kir û zivirî.
Mixtarê taxê Mehmet Yakan got ekîb bi hespê çûye û wiha dewam kir: "Ji ber vê fedakariya wan ez spasiya wan dikim. Di demeke kin de erize temîr kirin û niha ava me tê."