Emre Ilıkan,Nevzat Umut Uzel
20 Nîsan 2025•Rojanekirin: 24 Nîsan 2025
3yemîn Festîvala Kulîlkên Behîvan ku li Wanê Girava Axtemarê ya di nava gola Wanê da ku bi kulîlkvedana darên behîvan kirasê biharê li xwe kir hat lidarxistin îro bidawî bû.
Festîvala ku bi hevkariya Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin, Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Parêzgehê, Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê û Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê hat lidarxistin îro bidawî bû.
Geştiyarên ku ji navçeyên Edremît û Gevaşê bi beleman bo giravê hatin veguhastin, li giravê geriyan û beşdarî çalakiyan bûn.
Bi sedan fotografhezên ku ji bo foto safariyê ya ku di çarçoveya festîvalê da hat lidarxistin, hatin giravê wêneyên giravê û mekanên wê yên dîrokî kişandin.
Bername bi konserê bi dawî bû.