18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
VAN
Li Wanê Laboratuvara Xwarinên Taybet a ku girêdayî Navenda Lêkolîna Zanist û Tetbîqkirinê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hat vekirin.
Li vê laboratuvarê bi belgeya destûrê ya ku ji Wezareta Xurek, Çandinî û heywandariyê hatiye stendin ve li ser xurekan lêkolînê bên kirin.
Walî Îbrahîm Taşyapan, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal, Midûrê Bajêr yê Xurek, Çandinî û heywandariyê Fevzî Altuner û Midûrê Navenda Lêkolîna Zanist û Tetbîqkirinê Prof. Dr. Nahît Aktaş laboratuvar vekirin.
Walî Taşyapan got ku bila li ser xêrê be û wiha axivî: "Ew laboratuvara ku zanîngeha me li bajêr ava kir, wê ji bo karên lêkolînê wê bibe alîkar. Berê ji bo lêkolînê me tişt dişandin dervayî bajêr û di demeke dirêj de kar û bar nediqediyan. Lê êdî wê bi rehetî li vir lêkolîn bên kirin. Ez spasiya wan kesên ku keda wan di vî karî de heye dikim."
Midûrê Navenda Lêkolîna Zanist û Tetbîqkirinê Prof. Dr. Nahît Aktaş piştî merasima vekirinê laboratuvar bi mêvanan da gerandin.
Aktaş wiha axivî: "Em ê di laboratuvarê de civa, hingiv, qirêja hewa û xazê, jehrîbûna metala giran, arsenîka di nav avê de, hormon, antîbiyotîk û gelek lêkolînên din bikin. Em ê bi vê laboratuvarê ve xizmetê bidin herêma xwe û bajarê xwe."