Orhan Sağlam
22 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2024
Li Wanê rûyê Gola Sihkeyê ji ber sir û sermayê qeşa girt.

Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 10 pileyan kêm bû û li hin herêman çem, gol û sûlavan qeşa girt.

Ji ber sir û sermaya zêde rûyê Gola Sihkeyê ya di navbera rêbeja Wan û Ozalpê da qeşa girt.
Dîmenên gola qeşagirtî bi dronê hatin kişandin.
