İbrahim Atmaca
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
VAN (AA) - Li Îpekyoluya navçeya Wanê Okkaş Dervîşoglu û zarokên wî sê meh berê kosiyeke birîndar dît û bir malê, kosî di demeke kin da bû ferdeke malbatê.
Okkaş Dervîşogluyê 56 salî di Midûriya Herêmê ya Karên Avê ya Dewletê da wezîfedar e. Dervîşoglu sê meh berê bi zarokên xwe Rezzan, Azra û Çayan va li taxa Şerefiyeyê qada sergoyê kosiya ku makîneya kar qalikê wê şikand, dît.
Dervîşoglu û zarokên wî kosiya birîndar hildan û birin mala xwe, paşê birin ser beytar û kosî qenc kirin. Navê kosiyê "Garîp" danîn û li mala xwe xwedî dikin.

Dervîşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema wan kosî dît, qalikê wê şikestibû û kurm ketibûnê.
Dervîşoglu diyar kir ku wî kosî bir mala xwe birîna wê ji kurman paqij kir û paşê bi gîhayê şifadar û dermanan derman kir, piştgiriya ku wî ji beytar hilda va dest bi tedawiya kosiyê kir.
Dervîşoglu diyar kir, qasî ku meriv ji însanan hez dike, divê meriv ji heywanan jî hez bike û wiha dewam kir:
"Divê meriv ji bo heywanên birîndar ên derva dijîn, hestyar be. Ew jî xwedî ruh in. Dema ku me kosî dît, gelek kurm ketibûn birîna wî. Min demildest gîhayên şifadar kuta û bi ava gîha birîna wê paqij kir. Paşê ez çûm cem beytar û min derman anî. Piştî dermankirinê qenc bû û hînî me jî bû. Em li baxçeyê xayî dikin û dema birçî dibe tê ber şêmîkê, em tasa xwarina wî didin ber, nanê xwe dixwe cardin vedigere baxçeyê. Bûye ferdekî malê, em pir jê hez dikin. Em taştêya sibê çi bixwin Garîp jî tevê me wî dixwe. Terka me nake. Qaliqê xwe nû dike."