20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
VAN
Li Wanê ji bo ku welatî zêdetir herin ber golê û turîzm pêşva here xebat dewam dikin.
Piştî xebatên şaredariyên Edremît û Ercîşê şaredariya Gewaşê jî eraziyekî nedihate xebitandin wek plaja gel amade kir û pêşkêşî xizmeta gel kir.
Tîmên şaredariyê eraziyê nêzîkî îskeleya Axdamarê ya ku 850 mêtroyî wek plaj çêkirin. Di plajê de qada futbolê ya plajê û qada voleybolê ya plajê, cihên serşoyê, kabînên cil û berg guherandinê hene.
- 100 kamyon xîz li erazî hat reşandin
Sînan Hakanê Şaredarê Gewaşê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev plaj li hemberî Girava Axdamarê ye û ew şanaz in ku wan xebateke wiha pêk aniye.
Hakan got ewil qad ji tiştên pîs hatiye paqijkirin û 100 kamyon xîz li ser vê eraziyê hatiye reşandin û wiha dewam kir: "Me xwest ku ji bilî plajê ev der ji bo futbola plajê û voleybola plajê jî bê xebitandin. Pirsgirêka otoparkê hebû, me ev jî çareser kir. Me bi xebateke lez û bez qedand lê têrê nake. Emê saleke din înşallah vê derê bikin tesîseke ku her kes nas dike. Gelê me dikare bê pêre vê derê bi kar bîne."