02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê derketina derva hat qedexekirin.
Li gor agahiyan ji ber bûyerên terorê, girtina xendekên ku bi destê endamên PKKya rêxistina terorê hatin kolan û ewlehiya can û malê welatiyan li Sîlwanê di saet 07.00an da derketina derva hat qedexekirin.
Qedexeya derketina derva bi anonsa polêsan hat îlankirin.
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê piştî qedexeya derketina derva li dijî PKKya rêxistina terorê operasyonên berfireh dest pê kirin.
Vê sibehê li Sîlwanê qedexeya derketina derva hat îlankirin û tîmên hereketa taybet û qomando derketin operasyonê. Li 4 ciyên navçeyê operasyon tên meşandin û 2 firoke jî ji hewayê va tevlî operasyonan dibin.
Hat diyarkirin ku operasyon dewam dikin.