Perwerdehî

Ji Stenbolê bo xwendekarên Sêwregê alîkarî

Li Şanliurfayê, komeke xwendekaran li 210 xwendekarî bot û cil û bergên zivistanê belav kirin.

Sevim Hatun  | 12.02.2018 - Rojanekırın : 13.02.2018
Ji Stenbolê bo xwendekarên Sêwregê alîkarî

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Şanliurfayê, komeke xwendekaran li 210 xwendekarî bot û cil û bergên zivistanê belav kirin.

Fatîh Yaşayê Alîkarê Midûrê Dibistana Destpêkê ya Karakoyunê ku 25 kîlometre ji Sêwregê dûr e bi rêvebirên Lîseya Enka ya li Stenbolê re peywendî danî û ji bo xwendekarên xwe alîkarî xwest.

Li ser daxwazê xwendekar û mamosteyên lîseyê piştgirî dan kampanyayê û bi saya kampanyayê ji bo 210 xwendekarên Dibistana Karakoyunê bot û cil û bergên zivistanê hatin temînkirin.

Yaşayê Alîkarê Midûrê Dibistana Destpêkê ya Karakoyunê got, "Xwendekarên me bi alîkariyê kêfxweş bûn."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın