Türkan Tosun
05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
VAN
Li Wanê Karkerên jin ên li Midûriya Kar û Barên Daristanê dixebitin ji bo daristanên nû ava bikin, biparêzin û xurt bikin kedê didin.
Li bajêr xebatên ji bo çêkirina daristanên nû dewam dikin.
Karkerên jin ên li Midûriya Kar û Barên Daristanê wezîfedarin li quntara Çiyayê Artosê ya ku li hemberî Girava Axtamarê ye ku ji bo daristanên nû ava bikin, dixebitin.
Jinên karker şitilê darên nû datînin û ji bo ku wan biparêzin jî gelekî hewl didin.
Ji bilî çikandina darên nû ew darên hişk bûne jî bi biviran va dibirin û didin gundiyan ku gundî wan bi keran bar bikin û bibin.
Hemû kar û barên ji bo avakirina daristanê û parastina wê ji wan tê pirsîn.
- "Xwedîderketina li daristanan xwedîderketina mirovahiyê ye."
Guler Avciya dayika du zarokan e ji nûçegihanê AAyê ra got ew di saet 08.00an da tê daristanê ji bo şewat dernekeve dar û berên hişkbûyî berhev dike.
Avci anî ziman ew wek zarokên xwe li daristanê xwedî derdikeve û wiha dewam kir: "Em ji bo dahatûya zarokên xwe dixebitin. Destê jinan li daristanan dikeve ku ev tiştekî pir girîng e. Xwedîderketina daristanan xwedîderketina mirovahiyê ye. Em dar û fîdanên li vir wek zarokên xwe xwedî derdikevin. Heke daristan nebe, jiyan jî nabe. Ji ber vê em baş lê dinêrin."
- "Karê ku jin nikare bike tune"
Sevîm Dumanê jî wiha got: "Çiya dema bi destê jinan şîn dibin betîr xweş dibin. Em niha li quntara Çiyayê Artosê ne. Karê ku jin nikare bike tune. Bi xebata li vir va em nîşan didin jin bi vê xebatê jî vî karî bi awayekî baş dikarin bikin. Armanca me ew e ku em ji zarokên xwe ra dinyayeke şîntir bihêlin. Zarokên me li bin siya darên ku me çikandine wê seyranê bikin."
- "Em axên hişk şîn dikin"
Şehristan Duranê jî anî ziman ew roj 150 fîdanan datîne û wiha got: "Ya rast em li vir li hemberî hezazê jî têkoşînê didin. Axên hişk şîn dikin. Em bi hevalên xwe ra dixebitin û çiyayên me şîn dikin. Mirov jî bi karê ku em dikin va kêfxweş dibin."