05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
VAN
Li Wanê Gola Bendavê ya Zernekê ku ji ber sermayê qerisîbû, hêdî hêdî vedihele.
Gola ku li navçeya Gurpinarê ye û 105 milyon mêtrekup avê hildide; 4 meh berê qerisîbû. Piştî ku hewa germ bû, gol jî hêdî hêdî vedihele. Dîmenên golê ji hewa va hatin kişandin.
Hat gotin, piştî ku qeşa bi temamî bihele, qefesên masiyan wê cardin têkevin fealiyetê.

Di vê navberê da masîgirên ku zivistanê qeşayê dişkênin û masiyan digrin jî tûrên xwe avêtin nav avê.
Mîthat Dogalê ku nêzî 20 salan e di golê da masiyan digre, ji nûçegihanê AAyê ra got ku zivistanê rûyê bendavê bi temamî diqerise.
Dogal diyar kir, ew wê demê qeşayê dişkênin û wisa masiyan digrin, lê rastî gelek talûkeyan tên. Dogal wiha axivî:

"Kelekên me di golê da mehsûr diman. Qismekî qeşa veheliya. Me kelekên xwe ji nav bûzê derxistin. Em êdî bi kelekên xwe masiyan digrin. Lê masî wek berê tunene. Em du sê rojan carekê têne masiyan. Avantaja me ya herî mezin, li gor zivistanê talûke tuneye. Me li ser bûzê masî digirtin, ew jî pir talûke bû. Me digot wê aniha bişkê. Em niha êdî rehet rehet masiyan digrin."