14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
VAN
Li Gewaşa navçeya Wanê terorîstan teqemeniya ku li menfezê bi cî kiribûn dema ku wesayîta polêsan a bi zirx derbas bû dan teqandin, di encama teqînê de 2 jê xedar 6 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li rêbeja Gewaş-Wanê teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan li menfezê bi cî kiribûn dema ku wesayîta polêsan a bi zirx derbas bû hat teqandin.
Di bûyerê de 2 jê xedar 6 polêsên di wesayîtê de birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li Wanê.
Li rêbeja ku teqîn lê çêbû jî trafîk bi kontrol tê kirin.
Ji bo girtina terorîstan li herêmê operasyona ku ji hewayê piştgirî didinê dan destpêkirin.