12 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Lijneya Bilind a Televizyon û Radyoyê (RTUK) bi nivîsa Serokwezîriyê va qedexeya weşanê ya demborî da ser êrîşa terorê ya li Wanê.
Di daxuyaniya RTUKê da hat diyarkirin ku "Di demên rewşên dibe ku zirarê bidin pergala kamuyê" da maf heye ku sazî qedexeya demborî bide ser weşanê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor vê bendê bi nivîsa Serokwezîriyê va qedexeya demborî dan ser weşana li ser teqîna li Wanê, dibê saziyên medyayê li gor qanûna bi hejmara 3112an guh bidin vê biryarê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dibê tu kes destûrê nede ku weşanên pesnê terorê didin, gel çavtirsî dikin û kêrî armanca rêxistinên terorê tên bên weşandin û wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê da dibê tu kes di weşanê da cî nede dîmenên teqînê, dema teqînê, dewsa teqînê, xebatên xebatkarên dewletê, birîndar û miriyan, weşaneke ku kêrî kesên kiryar bê nekin, agahiyan eşkere nekin ku kiryar nerevin û xwe veneşêrin, bi tenê guh bidin daxuyaniyên meqamên fermî."