06 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
VAN
Bertekên li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) didomînin û li Wanê jî welatiyên ji bo "nobeta demokrasiyê" li Meydana Beşyolê kom bûn, wê strana 'Wanî me, navdar im, şûrê min bi xwîne" ku gotinên wê li 15 Tîrmehê hatibû anîn gotin û berteka xwe nîşan dan.
Têkoşîna demokrasiyê ya gel îlham da Alî Gunduzê ji Wanê ku strana dibêje û gotinên strana 'Wanî me, navdar im, şûrê min bi xwîn e" guhert û kir 'Wanî me, navdar im, li dijî derbeyê me'
Strana Gunduz a nû ev du şev e li meydanan lê dixe û ji hêla bi hezaran waniyên va tê gotin.
Alî Gunduz jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li têkoşîna demokrasiyê ya gel bi rojane dide temaşe dike û dişopîne û wiha pê da çû: "Ev tiştên qewimîn ji bo ku di hiş û mêjî da bimîne min tiştekî wiha kir. Armanca min a sereke jî ew bu ku ez bibim tercumanê hêstên hemşehriyên xwe. Em ji welatê xwe, bajarê xwe û serokomarê xwe hez dikin, em ew însan in."