ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz piştî hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Peymana Vejenê Urban Rusnak pirsên rojnamevanan ên der barê ceyran û xaza sirûştî bersivand.
Yildiz daxuyand ku bihayê vejenê û dolar pir zêde bû, ev jî ji bo qada vejenê dezavantajek e.
Yildiz got ku li Tirkiyeyê di 24 mehên dawîn de zem nehatiye kirin û wiha axivî: "Lê ji ber ku baran kêm bû, rêjeya avê kêm e, em nikarin di qada vejenê de hevsengiyekî bikin. Em ê ji meha pêş me pê ve bihayê ceyran û xaza sirûştî ji sedî 9 zêde bikin."