ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz der barê sewqkirina nefta Herêma Kurdistanê de wiha got: "Tankêra 12an hat barkirin û 8,8 milyon warîl neft jî hat sewqkirin."
Taner Yildiz piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Gihandinê yê Venezuelayê Haîman El Troudî re pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de bersivand.
Yildiz der barê sewqkirina nefta ji Kurdistanê de destnîşan kir ku tankêra 12an hat barkirin û 8,8 milyon warîl neft jî hat sewqkirin.
Yildiz diyar kir ku ji Xeta Boriyê ya Nefta Xam ya Kerkûk û Yumurtalikê rojane 180-190 hezar warîl neftê derbas dibe û got ku dê ev hejmar derkeve 200-220 hezar warîlî û wiha got: "Di depoyan de 300-350 hezar warîl neft heye û ev jî ji bo sewqkirinê amade ye."
Yildiz der barê birîna ceyranê ya li Merdînê jî diyar kir ku ceyrana kesên ku deynê xwe nedane tê birîn û em rê nadin emilandina ceyrana qaçax.