Haydar Şahin Abdullah Tel
19 Sibat 2021•Rojanekirin: 20 Sibat 2021
Li Sêrt, Bîngol, Şirnex û Batmanê ji ber barîna berfê rêya 228 gund û goman hat girtin.
Li Sêrt û navçeyên wê ji duh êvarê vir da berf dibare.
Ji ber berfê rêya 20 gundên Perwariyê, 8 gundên Bayqanê, 7 gundên Şîrvanê û 5 gundên Eruhê hat girtin.
Xebatên vekirina rêyan yên Şeftiya Şaxa Sêrtê ya 94an a Rêbejayê û Îdareya Taybet a Bajêr dewam dikin.
Li gor agahiyên ji rayedarên Îdareya Taybet a Bajêr ya Bîngolê hatin sitandin, berfa di 18ê sibatê da dest bi barînê kir ji bo welatiyan bû tengasî.
Ji ber berf û bagerê rêya 88 gund û goman hat girtin. Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bi dozer, kepçe û kirêderan dixebitin.
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr ya Batmanê hatin sitandin, ji ber berfa dibare rêya 28 gund û 66 gomên Qozlux û Sasonê hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Dîsa ji ber berf û bagerê rêya 5 gundên Beytişebabê û gudekî Uludereya navçeyên Şirnexê jî xitimî, xebatên vekirina rê dewam dikin.
Li 4 bajarên herêma Rojhilatê rêya 314 gom û gundan girtiye
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber pûk û berfa zêde rêya 314 gom û gundan girtiye.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li bajêr ji ber berfê bi 107 taxan va çûn û hatin ne mimkun e.

Ji duh heya niha rêya 165 deveran hatin vekirin û ekîbên rêvekirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Li navçe û nav bajêr jî ji bo vekirina rêyên sereke ekîbên şaredariyan dixebitin.
- Mûş
Li Mûşê deverên bilin ên li bajêr bi berfa ev 2 roje car caran lê dike çîl û spî bûn.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yenturk got ku li seranserê bajêr rêya 44 gundan girtiye û ji bo vekirinê ekîbên wan şev û roj dixebitin.

Ji ber ba û pûkê li hin deveran stûriya berfê qasî 2 metreyan e û xebatên rêvekirinê ji bo rêya gundê Bostankent a ser navendê xebitîn.
Operastorê kepçeyê Necat Arslan got ku ev 2 roj e car caran berf lê dike û ew di nav şert û mercên bi zehmet da ji bo vekirina rêyên gundan dixebitin.
Ji ber berf û pûkê li Hekariyê rêya 48 gundan û li Bidlîsê jî rêya 115 gundan girtiye.
Li herdu bajaran jî ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rê vekirinê dixebitin.