İbrahim Atmaca
02 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji bo Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê pirewrayî be. Li gor texmînê bi şev li Bitlîs, Mûş û aliyê bakurê Wanê berf wê bibare.
Bi şev û serê sibê digel cemed û qeşayê, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Germa hewayê wê zêde neguhere û li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Wanê 5, li Hekariyê 4, li Mûşê 11 û li Bidlîsê 13 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê li Hekariyê 4, li Wanê 3, li Bidlîsê 0 di binê sifrê da li Mûşê pileyek tê payîn.
Li ser Gola Wanê danê nîvro bagereke gur tê payîn.
Li tevahiya herêmê qeşa û li deverên bilind şepe tê payîn û ji ber vê jî hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.