Necat Hazar
03 Nîsan 2023•Rojanekirin: 03 Nîsan 2023
Li Wanê agir bi sûka gel ket û ji bo ku bitemirînin, midaxale dikin.
Li navçeya Îpekyoluyê ser kolana Hastaneyê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, agir bi kargeheke sûka gel ket.
Li ser êxbarê ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin û ekîb hewl didin ku agir bitemirînin. Xwediyên kargehan û welatiyan jî alîkariya ekîban kir.
Polêsan li derdorê tevdîra ewlehiyê hilda û kesên sekinîbûn, dûr xistin.
Xebatên temirandina agir dewam dike. Di sûkê da gelek kargeh hene.