17 Adar 2016•Rojanekirin: 18 Adar 2016
VAN
Li Wanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 19 şikbarên ku Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Caziye Duman û Hevserokê Bajêr ê Partiya Herêmên Demokratîk Okkeş Kava jî di nav da hene hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê li dijî şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê dimeşîne da ekîbên Midûriyeta Ewlekariya bajêr di operasyona hemdem da di ser 32 navnîşanan da girtin.
Hezar polês tevlî operasyona ku ji hewayê jî piştgirî hat dayîn bûn.
Li bajêr di operasyona ku bi hezar polêsî va hat kirin da li 32 navnîşanan geriyan. 19 kesên ku di nav wan da Hevserokên Bajêr ên DBPyê Duman û Kava jî hene hatin binçavkirin. Di operasyonan da 2 debançe, 2 tivingên nêçîrê, keleşkofek, 421 fîşengên van çekan, 3 bêtêl, 5 tupên mitfaxê û dokumanên rêxistinê hatin girtin.