Mesut Varol
06 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2023
Li Gurpinara navçeya Wanê pezkoviya yekqiloçî hat dîtin.
Pezkoviyên ku cisnê wan di bin talûkeyê da ne û di salên dawîn da tên parastin her diçe zêde dibin. Li dehl û girên navçeya Gurpinarê pezkovî kerî bi kerî jiyana xwe didomînin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Hekariyê ya Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê deverên pezkovî lê dijîn, kontrol dikin.
Ekîban sê sal berê li heman deverê pezkoviya yekqiloçî dîtibûn û dîsa li heman derî rastî pezkoviya yekqiloçî hatin.