Önder Beyter
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
Qedexeya nêçîrê ya masiyên kefalên mirwarî ku di Gola Wanê da dijîn û ji bo lihevzêdebûn û xerzdanînê di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da koçî avên şêrîn dikin, didome.
Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê jî li deverên çemên ku masî koç dikin, fealiyetên xwe yên kontrolê didomînin da ku nêçîra qaçax neyê kirin.
Di kontrolan da li ciyê ku Çemê Akkopruyê digihêje Golanê Wanê 50 metre tor hat dîtin.
Ekîban tor îmhe kir.