Tirkiye

Li Wanê xebatên lêgerîna neftê tên kirin

Emre Ilıkan, Necmettin Karaca  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Li Wanê xebatên lêgerîna neftê tên kirin

Van

 Li Mûradiyeya navçeya Wanê ji aliyê Şirîkatiya Anonîm ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) va xebatên lêgerîna neftê tên kirin.

Li herêma Taxa Beşparmak ya 25 kîlometre dûrî navçeyê li nêzî quntara çiyayê 2 hezar û 300 raqimî bi makîneyên kar xebatên çêkirina rê tên kirin.

Cendirme û gundparêz li herêmê bi şev û roj nobetê digrin. 100 xebatkar bi 30 makîneyên kar va ji bo lêgerînê qadê amade dikin.

Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu digel Qaymeqamê Muradiyeyê Melih Aydogan, ji Midûrê Midûriya Giştî ya Tetkîk û Lêkolîna Madenê (MTA) Çetin Kartal û Sertegmenê Biqidem Fermandarê Cendirmeyê Nurullah Çatal der barê mijarê da agahî hildan.

Turkmenoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku armanc ew e ku nefta herêmê jî tevî aboriyê bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın