Fatih Gazioğlu
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 09 Tebax 2019
Li Wanê îsal wê 600 ton zebeş were berhevkirin.
Li Wanê cara ewil îsal wê ji zeviyên Şirketa Anonîm a Kar û Barên Çandiniyê ya Organîze ya Wanê (VOTAŞ) zebeş wê werin berhevkirin.
VOTAŞ par ji ber hinceta ku zirar dike ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dewrî Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê hatibû kirin.
Par li eraziyên VOTAŞê yên ku vala bûn 35 hezar şitlên zebeş û 7 hezar jî şitlên gindorê hatibûn çandin.
Kandêlkirina zebeşê ku li ser 180 donîm erdî hatibû çandin dest pê kir.
Alîkarê Serokê Rêveberiya Lijneya VOTAŞê Metîn Abî got ku li baxçeyê sêvan îsal zebeş û gindor jî çandine û wiha got:
"Me li tesîsa xwe ji bilî darên sevê gindor û zebeş jî çandibûn. Niha em zebeşan cara ewil îsal berhev dikin. Ji qismekî zebeşan me şand marketan. Li gor texmînê em ê îsal qasî 600 ton zebeş berhev bikin. Eger daxwaz zêde be dibe ku em zebeşan ji bajarên derûdorê ra jî bişînin."