29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2016
VAN
Li Wanê îsal "Festivala Fîlman a Behra Wanê ya Navneteweyî" cara 5an tê lidarxistin.
Festivala ku li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qanê dan destpêkirin ewê hetanî 1ê mijdarê dewam bike.
Di çarçoveya festivalê da pêşengeha wêneyan hat vekirin.
Serokê Festivalê Bager Oguz Oktay di daxuyaniya xwe da diyar kir ku festival di saya ekîba ku ji dildaran pêk tê da derkete holê.
Oktay wiha got: "Li bajarê me hebûna çalakiyeke wiha hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê çand û hunerê va ew ê rewşekê derxe holê. Bi festivalê va beşdarvan û hunermendên ku ji dervayê bajêr tên ew ê Wanê nas bikin. Bi çalakiyên civakî va birînin erdhejê û siyasî yê bên girtin."
Oktay destnîşan kir ku ji 29 welatan serî li festivalê xistin û di nav wan welatan da welatên wek Rûsya, Azerbeycan û Îranê jî hene.