01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
VAN
Kevneşopiya "Şevbihêrkê" ya ku di şevên dirêj ên zivistanê da tê organîzekirin bi salan e didome. Ev kevneşopî niha li Wanê her carê li derekê û cihekî tê kirin.
Di şevbihêrkê da stran tên xwendin, kilam tên gotin, sohbet tên kirin û şevên dirêj ên zivistanê bi vî awayî derbas dibin.
Hîndekar û xwendekarên Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (ZYY) jî şevbihêr organîze kirin û ji bo domandina kevneşopiya herêmê hewl dan.
Şevbihêrk li loqenteyeke ku xwarinên herêmî lê tên çêkirin hat organîzekirin, hîndekar û xwendekar li wir hatin bal hev, stran û kilam gotin û helbest xwendin û guhdarvanan jî kêf kir.
- "Di şevbihêrkan da kesên teze tên keşfkirin"
Dekanê Fakulteya Edebiyatê ya ZYYê Zekî Taştan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo şevbihêrkên Wanê dewam bikin çi ji destê wan tê dikin û wiha got: "Çawa ku li Şanliurfayê şevbihêrk hene li Wanê jî şevbihêrk hene."
Taştan destnîşan kir ku li Wanê şevên dirêj welatî tên ba hev bi saz û gotinan şah dibin û wiha pê da çû:
"Hin caran xwarinê dixwin, piştî xwarinxwarinê dest bi sohbetê dikin. Di şevbihêrkên Wanê da kesên teze tên keşfkirin. Me jî îro li vê derê ji bo domandina vê kevneşopiyê bernameyek amade kir. Ji bo ku vê kevneşopiyê di sedsala modern da bidomînin bi xwendekarên zanîngehê ra pare vedikin. Lewra em ê vê bi qasidiya ciwanan va bigihînin nifşên teze."
Xwediyê cihê şevbihêrkê Helbestvan û Nivîskar Umît Kayaçelebi daxuyand ku ji kesên ku ji zenaet, edebiyat û fealiyetên li ser çandê hez dikin û bi tevahî ji her kesî meriv tên vê derê û eleqeyeke mezin nîşanî şevbihêrkê didin. Kayaçelebî got ku ji bo çanda bajêr ev fealiyet gelekî girîng e û lazime hemû kes li vî tiştî xwedî derkeve.
Kayaçelebî wiha axivî:
"Meqsed ew e ku miletê Wanê kêfxweş bibe, wextê xwe baş derbas bike, em di hin rojên hefteyê de li vê derê kom dibin û xwarinê çêdikin û îkramî mêvanan dikin. Armanca me ew e ku ji bilî xwarina me ya xweş, em dixwazin şevbihêrka xwe jî bi turîstan ra bidin nasandin."