Muhammed Gencebay Gür
24 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Li ser rêya E-5ê wesayîta ku tê îdiakirin şofêrê wê serxweş e li karkerên ÎBByê yên ku devê rê dixebitîn qelibî, 4 kes mirin.
Atilla Mert Ç. yê şofêrê wesayîta ku plaqeya wê 34 NB 1182 e li ser rêya E-5ê li Taxa Kuçukyaliyê li karkerên ÎBByê yên ku devê rê dixebitîn qelibî.
Di qezayê da Sinan D, Mehmet A, Hamdî A. û Bariş T. li cihê bûyerê mirin, karkerek jî birîndar bû.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û şofêr Atîlla Mert Ç. jî hat binçavkirin.
Cinazeyê karkeran rakirin morga Saziya Tipa Adlî.