Mesut Varol
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 15 Sibat 2025
Li Wanê 14 çiyagerên endamên Kulûba Werzişên Çiya û Newalan, li Çiyayê Erekê bi devera ku Şelaleya Sitûnê lê ye va hilkişiyan.
Ew 14 Çiyager bi çiyayê ku raqima wê 3 hezar û 204 e û bi berfê venixûmiye va hilkişiyan û xwe gihandin şikefta ku şelaleyê ya ku bi qasî 20 metroyan bilind e û şembelîlk tê da hene.
Çiyageran li wê derê li şikeftê û şelaleya qerîsî nerîn û piştî kişandina fotografan dest bi dagêrê kirin.
Serokê Kulûba Werzişên Çiya û Newalan Omer Demez anî ziman ku piştî hilkişîneke dijwar a bi qasî 3 saetan gihiştine Şelaleya Sitûnê ya ku qerisiye.
Demez destnîşan kir ku rûberê berfê hişk bû ji ber vê jî bi giranî tev digeriyan û wiha got, "Maweyeke dirêj e plana me ya hilkişîna Çiyayê Erekê hebû. Me ew jî kir. Gelekî serkeftî derbas bû. Endamên koma me tev da gihiştin şelaleyê. Îsal hilkişîn zehmet bû. Binê şelaleyê bi temamî qerisîbû."
Yek ji çiyageran Latîfe Bugrulê got, "Îro em li şelaleya qeşa girtî ne. Cara yekê ye ez vê şelaleyê dibînim. Ezmûneke xweş bû. Me rojeke xweş derbas kir."
Melek Çeneyê jî destnîşan kir ku hilkişîna wan a bi çiyayê bi berfê nixûmandî gelekî xweş bû û got, "Tirsa min a bilindahiyê heye lêbelê dîsan ez beşdarî hilkişînê bûm. Tîmeke gelekî profesyonel e. Min zehmetî kişand lê dîsa jî bi serfirazî ez hilkişiyam."