Haydar Şahin
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
WAN
Her sal gelek heywandar tên zozanên li bintara Gidûgê Karapêtê ya bilindahiya wê 2 hezar û 985 mêtre ye û li ser rêbeja Wan-Baxçesarayê ye. Hin heywandar heywanên xwe çêreçêre tînin zozanan hin heywandar jî bi kamyonan tînin. Di havînê da heywanên xwe li van deran diçêrînin şîr, penêr, mast, rûnê ku kom dikin jî li navenda bajêr difroşin û pê debara xwe dikin. Heywandar kêmzêde 6 mehan li herêma bi ber û bereket dimînin. Bêrîvan her roj şebeqê û berêvarê pêz didoşin.