Muhammet Kurşun
05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
BÎNGOL
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Li ser vê axê tu kes, tu nijad ne di ser yên din re ne. Kuçikên FETO jî, ew bi xwe jî wê hesab bidin. Hemû welatiyên me yên ku li bin vê alaya bi hîv û stêrk de dijîn, taca serê me ne. Zaza taca serê me ne, kurd taca serê me ne, tirk taca serê me ne, ereb, romen, tirkmen, çiqas nijadên cuda hebin ew taca serê me ne. "
Yildirim ji ber guherîna makezagonê li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ya li Bîngolê beşdarî mitînga partiya xwe bû û li wir bangî welatiyan kir.
Yildirim behsa hewldana derbeya 15ê tîrmehê kir û wiha axivî: "Ev welat wisa bi hêsan ava nebû. Di herba Îstîklalê de tirk, kurd, zazayên Bîngolê, şervanên wê, çerkez, ereb, romen em bûn yek, me mil da hevdu û me şer qezenc kir. Me bi hev re komar ava kir. Ma em dihêlin sê çar xayînên ku ketine qilixê leşkeran dest bidin li ser vî welatî? Ev der welatê me, axa me ye. Em bi hezar salane li ser van axan in. Bi îzna Xwedê emê hê salên dûr û dirêj jî li ser van axan bi hev re bijîn. Li ser vê axê tu kes, tu nijad ne di ser yên din re ne. Kuçikên FETO jî, ew bi xwe jî wê hesab bidin. Hemû welatiyên me yên ku li bin vê alaya bi hîv û stêrk de dijîn, taca serê me ne. Zaza taca serê me ne, kurd taca serê me ne, tirk taca serê me ne, ereb, romen, tirkmen, çiqas nijadên cuda hebin ew taca serê me ne. "
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku AK Partî ji destpêka xwe heta niha 14 salin ji bo biratiyê, demokrasiyê gavên girîng diavêje û wiha pê de çû: "Me hemû welatiyên vî welatî wek hevdu qebûl kir. Me li hemberî terorê têkoşîneke mezin da. Me li dijî vê PKKya alçax a ku hewl dide ku bikeve di navbera tirk û kurdan têkoşîn da û ev ev têkoşîn wê dewam bike. Bila bîngolî emîn bibin û hemû dinya bizanibe ku tirk, zaza, kurd, laz ê me ne. Kurmancî, zazakî, tirkî jî yên me ne. Rojhilat, rojava, Îzmir a me ye, Bîngol jî a me ye. Em bi hev re Tirkiye ne, bira ne."
- "Me derbeke mezin li terorê xist"
Yildirim anî ziman ku wan derbeke mezin rêxistina terorê daye û wiha dewam kir: "Li dawiya tunêlê ronahî xuya kir. Me derbeke mezin li terorê xist, êdî can dikişîne. Piştî 16ê Nîsanê ez sozê didim we, li qada Bîngolê soz didim ku ev rêxistin wê biqede. Qatilên ku dijminê vî milletî ne, qaşo axe û bavên wan ên Qendîlê çi dibêjin? Guhê xwe baş bidinê. Ewên Qendîlê dibêjin ku 'Ji sandoqê erê derkeve, em ê biqelin.' Hûn ê biqelin, feyda tirsê ji ecelê ra tuneye, hûn ê biqelin. Bi destûra Xwedê di sandoqê da 'erê' derkeve FETO jî dê biqele, PKK jî dê biqele, DEAŞ jî dê biqele."