18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
VAN
Hat ragihandin, li Wanê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û ji 8 kesên ku di operasyonê da hatin binçavkirin, 2 kes jê hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyetê hat dayîn, li bajêr ji bo deşîfrekirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê xebat hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku xebat bi Serdozgeriya Komarê ya Wanê ra bi kordîne tên kirin û di çarçoveya xebatan da di heman demê da li ser 12 adrêsan operasyon hat kirin û wiha hat gotin:
Di operasyonê da kesên bi navê N.Î, D.A, F.Y, N.H, A.Ç. û E.D bi destê ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê, kesê bi navê A.A. jî bi destê Midûriya me ya Şaxa Zarokan hatin binçavkirin. D.Î jî di 8ê cotmehê da hat binçavkirin. N.Î, D.A, F.Y, N.H, A.Ç, D.Î. û E.D sewqî Serdozgeriya Komarê ya Wanê kirine, F.Y piştî îfadeyê gatiye berdan. E.D, N.H, D.Î. û D.A bi biryara dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, A.Ç. û N.Î hatin girtin û teslîmî girtîgehê kirin."