İbrahim Atmaca
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
VAN
Li Wanê 500 kesî dest bi perwerdeya behrevaniya amator kir.
Di çarçoveya Bernameya "Hedef 2023 Milyonek Behrevanên Amator" da ku Wezareta Gîhandinê li Wanê da destpêkirin Serokatiya Lîmana Tetwanê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê û Nûnertiya Odeya Bazirganiya Behrê ya Wanê bi hev ra perwerdeya behrevanên amator li dar xist û perwerdeyê dest pê kir.
Perwerde li Salona Konferansê ya Tuşbayê ya TSOya Wanê hat lidarxistin.
Serokê Lîmana Tetwanê Abdurrahman Akî di vekirina perwerdeyê da axivî û got ku ew ê belgeya behrevaniya amator bidin û ew dixwazin gelê herêmê behrê binase.
Akî wiha dewam kir, "Mebesta me nîşandana xweşikahiyên Gola Wanê ye. Bi vê perwerdeyê va qursiyerên serkeftî ji bo keştiyên taybet ên 24 mêtreyî rayeya bikaranîna kelekê ya navneteweyî wê bi dest bixin."
Paşê Endezyarê Serokatiya Lîmana Trabzonê Deniz Kiliç li ser mijarên behrevaniyê perwerde da qursiyeran.
Di dawiya perwerdeyê da ezmûn wê were kirin û kesên ku di ezmûnê da serkeftî dibin wê "Belgeya Behrevaniya Amator" bidinê.