Önder Beyter
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
VAN
Hat ragihandin, li Edremîta navçeya Wanê pişîka ku li ser kuçe kolanan beredayî dijî, çavên wê dureng in ku ev yek rewşeke nadir û nedîtî ye.
Midûrê Navenda Lêkolînên Pişîka Wanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Abdullah Kaya di daxuyaniya xwe ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li navçeya Edremîtê ew rastî pişîkekê hatin ku çavên wê dureng, qîç û hêşîn in.
Kaya got ku pişîka Wanê bi çavên xwe yên rengîn ên cuda va hemû dinya ji xwe ra kiriye hejmetkar û wiha dewam kir, "Ligel vê yekê her newazetî û cudatiya di çavên van pişîkan da wiha dike ku ev pişîk bibin ajelên taybet."
Prof. Dr. Kaya diyar kir ku carinan mirov rastî wê yekê tê ku di hundirê çavekî da tonê du rengan hene û wiha dewam kir:
"Herçiqas tiştekî nedîtî be jî lê me rastî vê rewşê tên. Ev rewşeke pir nadir e û bala însanan jî dikişîne. Ev yek jî dike ku pişîkên me yên ku ji xwe taybet in, bibin bêtir taybet. Ji ber ku rewşeke pir nadir e ku mirov rastî wê yekê were ku di çavekî da du reng hebin."
Kaya diyar kir, bi qasî ku tê zanîn, ev rewş li ser şiyana dîtinê ya pişîkan karîgeriyeke nerênî nake û wiha got, "Bi tenê mirov di skleraya çav da di heman demê da hem rengê qîç û hem jî yê hêşîn dibîne."