Hakan Sarı
31 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Li Bahçesaraya (Miks) navçeya Wanê siruşthezan di Çemê Miksê da raftîng kir.
Miksa ku bi xweşikahiyên xwe yên siruştî dertê pêş, bi daristan, darên xwe yên gûzê, Çemê Miksê û siruşta xwe va mazûvaniya gelek ziyaretvanan dike.
Kulûba Werzişê ya Siruşta Geliyan a Wanê li navçeyê çalakî li dar xist û 58 siruşthez beşdarî çalakiyê bûn û xweşikahiyên herêmê keşif kirin û di nava siruştê da geriyan.
Siruşthez li botên ku danîn ser Çemê Miksê siwar bûn û di parkureke 4 kîlomêtreyî da raftîng kir.
Serokê Kulûbê Omer Demez diyar kir ku Miks bi siruşta xwe ya ku xerab nebû ye va balê dikişîne û wiha dewam kir, "Me li ser Çemê Miksê raftîng kir. Av pir sar bû. Ji ber ku hewa germ bû, em necemidîn. Em her kesî dewetî Miksê dikin. Werin, vê siruşta destpêneketî bibînin û di vê ava xweş da raftîng bikin."
Sadî Akin jî diyar kir ku siruşta navçeyê bala meriv dikişîne û wiha dewam kir, "Heke li ser vî çemî raftîng were kirin, ev ê piştgiriyê bide aboriya navçeyê jî. Ava wê pir sar e. Siruşta wê newaze ye. Divê her kes were vê derê bibîne."