Mesut Varol
22 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2021
Li Ozalpa navçeya Wanê ya nêzî sînorê Îranê 188 koçberên bêdestûr hatin derdestkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li xeta hidûd a li Taxa Tulgaliya Jor ji bo pêşîlêbirîna koçberên bêdestûr xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da 172ê wan ji Efxanistanê, 46ê wan ji Pakistanê bi tevahî 188 koçberên bêdestûr ên hat tesbîtkirin bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne hatin girtin.
Ji bo dîtina karûbarên fermî koçberên bêdestûr teslîmî saziyên eleqedar kirin.