Haydar Şahin
01 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Di roja dawîn a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 66,93 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 65,50 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 66,78 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 66,52 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.37an pê va ji sedî 0,6 zêde bû û derkete 66,93 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,63 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin biryara kêmkirina derxistina petrolê ya Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û ya Rûsyayê zêdebariya li piyaseyan kêm kirin ji ber vê bihayê petrolê zêde dibe.