Haydar Şahin
22 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 67,13 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 67,02 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 67,30 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 67,02 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.31ê pê va ji sedî 0,16 zêde bû û derkete 67,13 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,77 dolarî hat firotin.
Ji ber ku li Amerîkayê derxistina petrolê zêde bû li piyaseyên navneteweyî bihayê petrolê daket.
Li gor daneyên Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê yên ku duh hatin eşkerekirin, Amerîka bû welatê ewil ê ku di rojekê da 12 milyon warêl petrol derxist.
Endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û hin welatên endamê rêxistinê nînin ên di pêşîkêşiya Rûsyayê da derxistina petrolê kêm kirin û ji ber ku Amerîkayê mueyîde dan ser Îran û Venezuelayê petrola li piyaseyê kêm bû.