ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê ziyareta Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî de got: "Dibe ku di serdana Nêçîrvan Barzanî de peyman bên îmzekirin. Armanca peymanan a sereke ew e ku hem hewcehiyên Hikûmeta Iraqê ya Navendî hem jî yên Rêvebiriya Herêmê ya Iraqa Bakur pêk bîne."
Yildiz di Pêşangeh û Kongreya Vejena Xwenûdike ya 5emîn de pirsên rojnamegeran yên der barê rojevê de bersivandin.
Yildiz li ser pirsên der barê ziyareta Serokwezîrê Herêma Kurdistana iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê de got: "Iraq ji bo ku hatiniyên xwe zêde bike, gelek îhale kirin û bi şirketên welatên rojava re peyman çêkirin."
Yildiz got armanca Iraqê ew e ku hatiniyên Iraqê zêde bibin û neft û gaza sirûştî zêdetir bên derxistin. Di vê çarçoveyê de li Iraqa Bakur jî bi 19 welat û 39 şirketan re peyman çêkirin.
Yildiz li ser pirsa "Di ziyareta Barzanî de dê peyman bên îmzekirin?" wiha got: "Dibe ku peyman bên îmzekirin. Lewre şirketên kamûyê yên ku girêdayî darazên hiqûqa taybet in jî di nav de, hin şirket lihevcivînên xwe didomînin. Jixwe Barzanî jî, ji bo hevdîtinên vejenî tê. Armanca peymanan a sereke ew e ku hem hewcehiyên Hikûmeta Iraqê ya Navendî hem jî yên Rêvebiriya Herêmê ya Iraqa Bakur pêk bîne."
Yildiz wiha pê de çû: "Jixwe Nêçîrvan Barzanî dabû zanîn, dibe ku di vê mijarê de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re li Bexdayê an Besrayê hevdîtinekê bike. Ev girîng e. Lewra ji bo kordînasyoneke baş hevkariya Rêveberiya Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Iraqê girîng e."