ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz têkiliyên vejenê yên di navbera Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) û Tirkiyeyê nirxand û wiha got:
"Me bi Hewlêr û Bexdayê re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de me li ser pergaleke bi 3 alî li hev kir. Lê wan got 'Em ê di navbera xwe de hel bikin.' Me jî got ji bo me nepirsgirêk e, hûn di navbera xwe de hel bikin. Niha her tişt di destê wan de ye. Em vê yekê pêşniyarî Iraqê dikin. Em dibêjin, hebûnên xwe bi mere par ve bikin. Jixwe tiştekî ku tunebe tu kes nikare bide hev. Ji bo vê jî ne lazim e ku rageşî derkeve."
Yildiz beşdarî bernameya TRT Haberê ya zindî bû û der barê mijarên ku di rojevê de agahî dan.
Yildiz diyar kir ku hejmara welatên ku Tirkiye jê nefta xam dikire ji 11an derxistine 13an û welatên ku jê xaza sirûştî tê kirîn jî 5 e. Ji bo ku ev hejmar zêde bibe xebatên xwe didomînin.