01 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
VAN
Li Wanê Suat Uyar di qilûbeya ji hesin a bi qasî mêtroyekî da 17 sal e hesteyan çêdike û debara xwe dike.
Uyarê 42 salî yê li Tûşbaya navçeya Wanê dijî, 17 sal berê li kuçeya Demircîlerê ji xwe ra qilûbeyek çêkir û hesteyan temîr dike.

Uyar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Berê ez di rojnameyeke herêmî da dixebitîm. Ez ji wir derketim û min dest bi vî karî kir."
Uyar destnîşan kir li ciyê şaredariyê dayê ji xwe ra ji hesin qilûbeyek çêkiriye û wiha xeberda: "Piştî ji kar derketim demeke dirêj bê kar mam. Niha jî 17 sal e hesteyan çêdikim. Zivistanê li ber qilûbeyê agir vêdixim û xwe germ dikim."
Uyar diyar kir bi vî karî debara xwe dike û him jî 2 zarokên xwe dide xwendin.